Kremlînê, li ser hevdîtina Erdogan û Zelenskiy daxuyanî da
PeyamaKurd- Kremlînê, li ser hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy ya ku dê îro bê kirin, daxuyanî da.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, îro li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, serdana Tirkiyeyê dike.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser pirsa ‘Gelo hêviyên Rusyayê ji hevdîtina Erdogan û Zelenskiy a li Stenbolê heye yan na?’ got ku
"Bê guman em ê encamên civînê ji nêz ve bişopînin."
Dimitriy Peskov, di dewama bersiv û nirxandinên xwe de got, “Em têkiliyên xwe yên hevpar ên avaker ên bi Enqereyê re diparêzin û girîngiyê didin wan. Em wisa difikirin ku ji bo Tirkiyeyê jî wisa ye. Ji ber vê yekê em dixwazin bizanibin Erdogan û Zelenskiy dê çi gotûbêj bikin. Ev, ji bo me girîng e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin