Kremlînê derbarê hevdîtina mihtemel a Trump-Pûtîn de daxuyanî da
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû dixwaze bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinê bike nirxand.
Berdevkê Dîmîtrî Peskov diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn amade ye ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinê bike û got, “Em li benda sînyala Amerîkayê ne.”
Wî her weha da zanîn ku di mijara kontrolkirina çekên nukleerî de mijarên ku divê Amerîka û Rûsya nîqaş bikin hene û got, “Di vê mijarê de ji gelek aliyan ve dem wenda bûye. Niha berpirs amerîkî ne ku hemû têkiliyên girîng ên bi me re rawestandine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin