Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê, derbarê hevdîtina DEM Partî û Ocalan a mihtemel de daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç derbarê hevdîtina DEM-Ocalan de got, “Dibe ku piştî danûstandinên butçeyê biryar bê dayîn.”
Li ser banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê heta niha bersiv nedaye serlêdana DEMê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re.
Wezîr Tunç dema ku ji bo nîqaşên Pêşnûmaya Qanûna Butçeya Hikûmeta Navendî ya 2025an hat meclisa Tirkiyeyê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Wezîr Tunç li ser pirsa daxwaza DEMê ya ji bo serdana Îmraliyê jî weha got: “Min got em ê di demeke guncav de biryarê bidin. Em ê demeke guncav diyar bikin. Ji ber vê yekê divê hûn hinekî sebir bikin.”
Rojnamegerekî diyar kir ku tê payîn ku serdana mijara gotinê piştî mizakereyên butçeyê pêk were, Tunç bersiv da, “Jixwe mizakereyên butçeyê hene. Piştî ku temam bibin, dibe ku biryar bê dayîn.”
Dema heman rojnamegerî got, “Piştre destûr hat dayîn ku tu dibêjî rojek were diyarkirin?” Tunç got, “Destûr û roj di heman demê de tên diyarkirin.”
Derbarê pirsa navên şandeyê de jî Wezîr Tunç diyar kir ku ew niha nikarin derbarê wê mijarê de tiştekî bibêjin.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî xwest ku Abdullah Ocalan di 22yê cotmehê de cara ewil were meclisa Tirkiyeyê, di koma DEM Partiyê de biaxive û ragihîne ku wî rêxistin betal kiriye û ji mafê xwe yê hêviyê sûd wergire.
Devlet Bahçelî di civîna koma MHPê ya 26ê mijdarê de jî gotibû, divê endamên DEMê biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Li ser vê yekê Hevserokên Giştî yên DEMê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Edaletê dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin