Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê: Em dinirxînin, em ê demeke maqûl bersivê bidin

27 November 2024 14:30 0 dîtin
Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê: Em dinirxînin, em ê demeke maqûl bersivê bidin

PeyamaKurd – Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku daxwaznameya ku Hevserokên Giştî yên DEMê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re gihîşte wezaretê û got: kiriye. “Em dinirxînin, em ê demeke maqûl bersivê bidin.”

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç beriya civîna koma AK Partiyê bersiva pirsên rojnamevanan da. Ji Tunç der barê daxwaza Hevserokên Giştî yên DEMê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan a ji bo hevdîtina duh a li Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re pirs hatin pirsîn.

Tunç da zanîn ku daxwazname gihîştiye wezaretê û hatiye nirxandin. Wezîr Tunç li ser pirsa “Gelo ji bo bersivê wextek diyar e?” got, “Em dinirxînin, em ê demeke maqûl bersivê bidin.”