Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê eskere kir ka çend kes vegeriyane Sûriyeyê
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê, Alî Yerlîkaya diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara dûriyeyiyên di bin parastina demkî de ne 2 milyon û 920 hezar û 119 e û got, “Hejmara kesên ku di 15 rojên dawîn de vegeriyan Sûriyeyê 25 hezar derbas kiriye.”
Yerlikaya li Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) pirsên der barê rojevê de bersivandin.
Wezîr Yerlîkaya ev agahî da: “Ji îro pê ve hejmara biyaniyên ku mafê wan ê qanûnî yê mayîna li Tirkiyeyê heye, 4 milyon û 164 hezar û 472 ye. Ji van 2 milyon û 920 hezar û 119 ji sûriyeyiyên di bin parastina demkî de ne.”
Yerlîkaya diyar kir ku ji sala 2017an û vir ve 763 hezar û 443 sûriyeyî vegeriyane welatê xwe û di nava 15 rojên dawî de hejmara kesên vegeriyane Sûriyeyê 25 hezarî derbas kiriye û ev hejmar 7 qat zêde bûye.
Yerlîkaya diyar kir ku sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin welatê xwe dikarin serî li malpera înternetê ya Midîriyeta Îdareya Koçê bidin û di heman rojê da randewû bo wan tê dayîn.
Wezîr Yerlikaya diyar kir ku sûriyeyiyên ku dê vegerin welatê xwe dikarin hemû eşyayên mal û kar û wesayîtên xwe yên li Tirkiyeyê bi xwe re bibin.
Yerlikaya destnîşan kir ku bi talîmata Serokkomar Erdogan ji 1ê Çileya 2025an heta 1ê Tîrmeha 2025an wê ji her malbata koçber a sûriyeyî ji bo kesekî wê 3 mafên têketin û derketina Tirkiyeyê bê naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin