Wezîrê Karên Navxweyî yê Turkiyê Yêrlîkaya : Di 5 rojande 181 organîzatorên kaçaxiya koçberan hatine girtin

10 November 2023 16:22 0 dîtin
Wezîrê Karên Navxweyî yê Turkiyê Yêrlîkaya : Di 5 rojande 181 organîzatorên kaçaxiya koçberan hatine girtin

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Navxweyî yê Turkiyê  Alî Yerlîkaya ragihand ku di 117 operasyonan de, 181 organîzator û qaçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên ewlehiyê li navçeyên sînorî li dijî qaçaxçî û organîzatorên qaçaxiya koçberan operasyon dane destpê kirin û di operasyonên ku di 5 rojên dawiyê de hatine lidarxistin de 181 kes hatine desteserkirin.

Yerlîkaya dazanîn ku dadgehê di derbarê 62 ji wan de biryara girtinê daye, 14 kes bi mercê kontrola edlî serbest hatine berdan û lêpirsîn û lêkolîn di derheqê desteserkiriyên din de berdewam dike.