Heyetekî ji muxalefeta Sûriyê bi wezîrê karên derve yê Turkiyê Çavusoglu re dicive
PeyamaKurd – Heyetekî ji muxalefeta Sûriyê sibê seredana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu dike û encama hevdîtinên li Moskovayê yên wezîrên berevaniyê yên Tirkiyê, Sûriyê û Rûsyayê gotûbêj dikin. Li gor ragihandina endamê desteya siyasî ya îttîlafa Sûriyê Ebdullah Gedo ku ji Rûdawê re gotiye pêşî wê bi rêvebirên wezareta karên derve yên Tirkiyê û paşî sibê bi wezîr bi xwe re biaxifin.
Medya nêzî muxalefeta Sûriyê ragihandiye ku berpirsên Tirkiyê ji muxalefetê re gotine ku Tirkiye dev ji muxalefetê bernadin û babeta hevdîtinên bi Şamê re mijar ne li ser hesabê mafên welatiyên Sûriyê ye.
Lê çend roj berê wezîrê Tirkiyê Çavuşoğlu gotibû ku eger li Sûriyê aramiya siyasî çêbibe, ew amade ne ku axa di bin destê xwe de radestî rejîma Şamê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin