Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Urdinê re rewsa Sûriyê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî re li paytexta Urdinê bajarê Emmanê civiya û rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Li gor zanyariyan, Lavrov û El-Sefedî do di konferanseke rojnamevanî de diyar kirin, armanca wan ew e ku ji bo krîza Sûriyê bigihîjin çareseriyekê ku yekîtî û hevgirtina Sûriyê û serweriya wê bêne parastin.
Herwiha her du wezîrên karên derve yên Rûsya û Urdinê tekezî li ser biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê kirin.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî got, li ser çareseriyekê ku hevgirtin, yekîtî û serweriya Sûriyê biparêze û ewlehiya wê misoger be, gotûbêj kirine.
Hêjayî gotinê ye, Rûsya ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve piştgiriya hikûmeta Şamê dike û wek hevalbenda hikûmeta Beşar Esed maye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin