Wezîrê Karên Derve yê Urdinê gihîst Samê
PeyamaKurd – Piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, îro 23.12.2024an Wezîrê Derve yê Urdinê, Eymen Sefdî gihîşt Şama paytexta Sûriyeyê.
Wezareta Derve ya Urdinê beyanameyek belav kir û ragihand: “Îro Wezîrê Karên Derve yê Urdinê digihê Şamê û li gel serokê îdareya nû ya Sûriyê Ehmed Şer’a dê bicive.” Lê armanca serdanê aşkera nekir.
Li gorî zanyariyên berdest, demeke kurt berî niha Wezîrê Derve yê Urdinê gihîşt Şamê û ji aliyê Ehmed Şer’a ve pêşwazî lê hate kirin.
Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, ev yekem serdana Wezîrê Derve yê Urdinê ye ji bo Şamê.
Urdin hemsînor e li gel Sûriyeyê û mesafeya navbera sînoran 375 kîlometre ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin