Wezîrên karên derve yên Ereb û Tirkiyê li Urdinê li ser gesedanên li Sûriyê dicivin
PeyamaKurd – Urdunê ragihand ku ew ê roja Şemiyê 14ê Kanûna Yekem mazûvaniya civîneke wezîran a navdewletî bike, ji bo gotûbêjkirina geşedanên derbarê rewşa Sûriyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Urdunê da hat destnîşankirin ku Urdun wê roja şemiyê li ser asta wezaretên Ereb û navneteweyî ji bo gotûbêjkirina geşedanên li Sûriyeyê bicivin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wezîrên derve yên welatên endamên Komîteya Têkiliyên Wezîrên Ereb ku bi biryara Komkara Erebî li ser vexwendina Urdinê ji bo Sûriyê hatiye avakirin û ji Urdin, Erebistana Siûdî, Iraq, Lubnan, Misir û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, herwiha wezîrên derve yên Îmarat, Behreyn û Qeterê, li Aqabeyê civînek li dar xistiye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Wezîrên Derve yên Ereb ên beşdarî civînê dibin, wê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen re jî bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin