Wezîrên karên derve yên Îran û Erebistana Sa’ûdiyê hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan û wezîrê karên derve yê Erebistana Saûdiyê Faysal Bin Ferhan, li ser pêwendiyên duqolî û herêmê di rêya telefonê de axaftin.
Her dû wezîr li ser rewşa Xezzayê, li ser rewşa Derya Sor, li ser bûyerên hêrêmî û navdewletî bi hevre îstîşare kirin. Her dû wezîr li ser hevkarî û kûrkirina têkiliyên navbera her dû dewletan bûne hemfikir.
Her dû wezîr li ser sûcên ku Îsraîlê li Xezzayê dike, ji bo dawiyê lê bînin, dorpêça ser Xezzayê rakin û aştiyê bînin herêmê bûne hemfikir.
Her dû wezîr ji bo seferên Hecê yên Îranê ku diçin Erebistanê kêmasiyên ku çêdibin ji bo wan çareser bikin axifîn.
Her weha Abdullahiyan Bin Ferhan dawetî Îranê kir da bibe mêvanê wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin