Wezîrên karên derve yên Cezayîr û Îran li ser têkiliyên duqolî axifîn

08 July 2023 19:19 0 dîtin
Wezîrên karên derve yên Cezayîr û Îran li ser têkiliyên duqolî axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Cezayîrê Ahmet Attaf bi sedema seredaneka fermî li Tehranê bi wezîrê karên derve yê Îranê bi Huseyin Emir Abdullahiyan re li ser têkiliyên duqolî, hevkarî û pêşdeçûnên herêmê axifîn. Her dû wezîr bi hevre derketin ber çapemeniyê û gotin ku di hevdîtinan de behsa mijarên zanist, teknolojî, tûrîzm û enerjiyê kirine û ji bo di van sehayan de hevkariyê bikin bûne hemfikir. Her dû wezîr hevdîtina xwe li avahiya wezareta karên derve ya Îranê kirin û Abdullahiyan hemkarê xwe li ber deriyê wezaretê bi merasim pêşwazî kir.

Her dû wezîr her weha bi heyetên xwe ve behsa danîna têkiliyên dîplomatîk yên bi Sûdan û Saûdiyê re kirin û behsa pêvajoyê kirin. Her dû teref behsa peymanên berê yên ku di navbera wan de hatine îmzekirin jî kirin û li ser berdewama wan peymanan lihev kirin.

Abdullahiyan got ku bi Cezayîrê re di sehayên derman, zanist, teknolojî, ekîpmanên tibbî, tûrzîm û enerjiyê de dê têkiliyên xwe bipêş bixin.

Wezîrê Cezayîrê wê bi hinek rayedarên din yên Îranê re biaxife lê ne diyare bê wê çend roj li Tehranê bimîne.