Wezîrên karên derve yên Îran û Iraqê bi telefonê axivîn
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser “pêwendiyên dualî û mijarên herêmî û navdewletî” gotûbêj kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Ebdullahiyan û hevtayê xwe yê Iraqê Huseyîn bi telefonê axivîn.
Wezîran li ser gelek mijaran bi taybetî têkiliyên dualî, geşedanên li herêmê, girîngiya ewlehî û îstiqrara herêmê û têkoşîna li dijî terorê de nêrînên xwe danustandin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Husên kêfxweşiya xwe li hember jinûve destpêkirina pêwendiyên Têhran û Riyazê nîşan da.
Husên herwiha diyar kir, Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd wê di demek nêzîk de serdana Îranê bike.
Di daxuyaniyê de derbarê dema rast a serdanê de agahî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin