Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê gihîst Herêma Kurdistanê

03 June 2022 13:01 0 dîtin
Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê gihîst Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Marina Serini gihîşt Herêma Kurdistanê.

Li gor zanyariyan, Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Marina Serini, ji aliyê Wezîrê Veguhestinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ve hat pêşwazîkirin.

Hat zanîn, Marina Serini du roj in li Berxdayê ye û îro ji bo gotûbêjkirina li ser şêwirmendên serbazî yên Îtalyayê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, gihîştiye Hewlêra paytext.

Herwiha hat eşkere kir, di çarçoveya vê serdanê de pêwendiyên Hewlêr û Romayê jî wê werin gotûbêjkirin, ji bilî vê, Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê dê serdana deverên ku ji ber şerê DAIŞê wêran bûne, bike.