Cîgira wezîrê karên derve ya Amerîkayê: Em destekê didin peymana Erbîl-Bexdayê

07 April 2023 23:09 0 dîtin
Cîgira wezîrê karên derve ya Amerîkayê: Em destekê didin peymana Erbîl-Bexdayê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rêya telefonê de bi cîgira wezîrê karên derve ya Amerîkayê ya ku ji karên Rojhilata Nêz berpirse bi Barbara Leaf re axifî. Barbara Leaf got ku ew peymana navbera Erbîl û Bexdayê ya petrolê destek dikin. Hem hukumeta herêma Kurdistanê pîroz kir. Leaf ragihand ku peyman ji bo temamê Iraqê serkeftinekiye.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani û hukumeta wî pêşkeftinekî baş kiriye û bingeha dewra koordinasyona navbera Erbîl û Bexdayê ya ji bo demekî dirêj daniye. Di axaftinê de behsa pêşdeçûnên siyasî yên dawiyê û behsa sehayên hevpar hat kirin.

Mesrûr Barzanî, her weha sipasiya Barbara Leaf ya ji bo desteka wê kir.