Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Tajani li Samê bi hukumeta nûh re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Antonio Tajani li Şamê bi hukumeta nûh ya Sûriyê re hevdîtin kir. Antonio Tajani, li Şamê bi hemkarê xwe bi wezîrê karên derve yê Sûriyê yê demkî bi Esad Hasan Şeybani re li ser dethilata hûqûqê û yeksaniya hemwelatiyan danûsitendinên fikr û ramanan kir.
Şeybani, roja Înê ragihand ku wê hukumeta Sûriyê azadiya temamê Sûriyeyiyan biparêze, di dahatûya Sûriyê de desthilata hûqûqê û wekheviya hemwelatiyan dê bingeha stratejiya wan be.
Şeybani gotinên xwe di wexta bi wezîrê karên derve yê Îtalyayê bi Antonio Tajani re, civîna çapemeniyê kir, van gotinan anî ser ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin