Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Qeterê re civiya

15 March 2022 11:34 0 dîtin
Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Qeterê re civiya

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Alsanî re, li Moskowê civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Alsanî, piştî civînê bi hev re derketin pêş çapemeniyê.

Sergey Lavrov diyar kir, wan şerê navbera Rûsya û Ukraynayê bi Alsanî re gotûbêj kirine got ku nabe ji axa Ukraynayê tu metirsî li ser welatê wî hebe.

Lavrov eşkere kir, ew girîngiyê didin daxwaza Qeterê ya ji bo aştiyê û got: “Divê ji axa Ukraynayê tu metirsî li ser Rûsyayê tunebe.”

Lavrov da zanîn, ew bi Qeterê re li ser mijarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê danûstandinê dikin û li ser mijara Sûriyê jî rawestiyan û got: “Tê çaverêkirin ku di zûtirîn dem de bi beşdariya çavdêr û aliyên pirsa Sûriyê li Astanayê (Tirkiye, Rûsya û Îran) hevdîtin bên kirin.”

Lavrov diyar kir, li Antalyayê bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen re civiya, ew plan dikin Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê di dawiya mehê de li Cinevê bicive.

Lavrov da zanîn, divê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re xebat bên zêdekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Alsanî jî di derbarê şerê li Ukraynayê de axivî û got: “Em ligel wê yekê ne ku krîza li Ukrayna di zûtirîn demê de bi awayekî aştiyane bê çareserkirin û em di wê baweriyê de ne ku welatiyên Ukraynayê vegerin cihên xwe yên berê."

Alsanî destnîşan kir, ew amade ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka Ukraynayê hevkariyê bikin û got: “Qeter her tim ligel wê yekê bûye ku krîz bi rêyên dîplomatîk û di çarçoveya biryarên Neteweyên Yekbûyî û li gor pîvanên hiqûqî yên navneteweyî bê çareserkirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê herî dawî eşkere kir, ew li dijî bikaranîna hêz û binpêkirina yekparçeyiya xak û serweriya her dewletekê ne.