Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê hejmara xwendekarên dersên kurdî hilbijartine eskere kir

20 February 2022 14:38 0 dîtin
Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê hejmara xwendekarên dersên kurdî hilbijartine eskere kir

PeyamaKurd – Parlamentarê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, 2ê Sibatê pirsnameyek pêşkeşî Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Mahmut Ozer kir û tê de pirsa hejmara zarokên dersên kurdî yên zaravayî kurmancî/zazakî hilbijartine kir.

Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Mahmut Ozer jî beriya 4 rojan 17ê Sibatê bersiva pirsnameya Tanrikulu daye û eşkere kiriye ku bi giştî li seranserê Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo dansala 2021-2022 ya perwerdeyê 20 hezar û 265 xwendekaran dersên kurdî yên bijarte hilbijartine.

Wezîrê Perwerdeyê herwiha gotiye, yên bixwazin dikarin ji bo polên 5-6-7 û 8 ên dibistanan zimanên Adığeyî (Latînî), Abazî (Alfabeya Kiril), Lazkî, Gurcî, Arnavutî, Boşnakî jî tercîh bikin.