Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê: Hejmara kesên bi Covid-19ê ketine derket 18 kesan
PeyamaKurd - Li Tirkiyê 12 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û hejmara tûşbûyên Covid-19ê li wî welatî zêde bû û gihişt 18 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand, 12 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa Covid-19 li wî welatê hatine piştrastkirin.
Fahrettin Koca diyar kir, 2 kes ji wan 12 kesên ku îro encama testa wan pozitîv derketiye, têkiliya wan bi yekemîn haletê tûşbûyê vîrusa Koronayê yê li Tirkiyê hebûye.
Tirkiyê biryara girtina bar, dîsko û tevahiyên cihên giştî da
Hikûmeta Tirkiyê ji bo parastina welatiyên xwe û rêgirtin li belavbûna Covid-19ê biryara girtina hemû bar, dîskotek û tevahiya cihên giştî yên li seranserî wî welatî da. Li gor daxuyaniyê, ev biryar ji bo parastina welatiyan û rêgirtin li belavbûna vîrusê li Tirkiyê hatiye dan.
Hêjayî gotinê ye ku roja 8ê Adarê bo cara ewil hatibû ragihandin ku li Tirkiyê haletke tûşbûna bi Covid-19ê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin