Hejmara kesên di êrîsa balafirên Tirkiyê de can dane gihîst 5 kesan

19 June 2020 19:00 0 dîtin
Hejmara kesên di êrîsa balafirên Tirkiyê de can dane gihîst 5 kesan

PeyamaKurd – Hejmara kesên di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de, can dane gihîşt 5 kesan.

Balafirên şer ên Tirkiyê îro 19ê Hezîranê bombebarana ser erda Herêma Kurdistanê dewam kir û wesayîtên sivîlan li parêzgeha Duhokê devera Şeladizê ya girêdayî navçeya Amêdiyê bûn armanca bombebaranê.

Berî niha hatibû ragihandin ku 3 kesan di êrîşan de can daye. Li gorî agahiyên dawî hejmara kesên di bombebaranê de can dane gihîştiye 5 kesan ku cenazeyên wan bo nexweşxaneya Şêladizê hatine veguhestin.