Hejmara kustiyên êrîsa balafirên bê mirov li Sûriyê zêde dibe!
PeyamaKurd – Di teqîna do ku li bajarê Humsê yê Sûriyê di merasîma mezûniyetê de pêk hat de gelek leşkeran can dan û birîndar bûn.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) hejmara kuştiyan gihişte derdora 100 kesî, lê di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê de hat ragihandin ku 80 kesan can dane û zêdetirî 140 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, teqîn ji ber bombebarana balafirên bê mirov pêk hatiye û merasîma mezûniyetê ya efserên dibistana leşkerî ku di nav wan de rayedarên hikûmetê û xwendekarên leşkerî yên derçû û malbatên wan jî hene, li Humsê hatiye hedefgirtin. malbatên wan jiyana xwe ji dest dan.
Serfermandariya Giştî ya Sûriyê ev teqîn weke kiryareke terorîstî pênase kir.
Hat tekezkirin ku terorîst wê berdêla vê yekê bidin û ji plangeran re jî soz hat dayîn ku dê di zûtirîn dem de bên dîtin û bi awayekî herî tund bên cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin