Êrîsa balafirên bê mirov li Tel Avîva paytexta Îsraîlê!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di teqîna ku li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê ya li navenda Tel Avîva Îsraîlê pêk hat de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Li navenda Tel Avîva paytexta Îsraîlê, li nêzî Balyozxaneya Amerîkayê bi şev teqîneke bihêz rû da.
Li gor daxuyaniya Servîsa Lezgîn a Îsraîlî ya Stêrka Sor a Dawid, zilamekî 50 salî ji ber şarapnelê jiyana xwe ji dest da. Ekîbên tenduristiyê bersiv dan 4 kesên ku ji ber şarapnelê û teqînê birîndar bûn, 2 kes li malê û 2 kes jî li kolanê bûn.
Li gorî daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê, teqîna li Telavîvê ji ber "elementeke hewayê" pêk hatiye û sîrenên hişyariyê nehatine bihîstin.
Hat diyarkirin ku derbarê êrîşê de lêpirsîn hat vekirin û yekîneyên ewlehiyê li herêmê dixebitin. Hat diyarkirin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê ji bo parastina qada hewayî ya Îsraîlê dewriyeyên xwe tund kirine û di hişyariya ewlehiyê ya artêşê ya ji bo welatiyan da tu guhertin çênebûye.
Ji aliyê din ve Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyên Yemenê Yahya Serî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de piştrast kir ku êrîş li Telavîvê hatiye kirin, lê diyar kir ku ew ê hûrgiliyan piştre ragihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin