'Êrîsa balafirên bêmirov ên li ser Moskowayê hat pûçkirin'
PeyamaKurd – Şaredarê Moskowayê Sergey Sobyanin diyar kir, êrîşa balafira bêmirov a ku ber bi bajêr ve difiriya hatiye astengkirin.
Sobyanin di daxuyaniya xwe ya li ser kanala Telegramê da wiha got: "Êrîşa balafirên bêmirov ên ku ber bi Moskowayê ve difiriyan ji aliyê pergalên parastina hewayî ya bajarê Electrostal ve hat astengkirin."
Sobyanin got, li gor tespîtên ewil li cihê ku balafir lê ketiye xisar û zirara canî çênebûye û destnîşan kir, li cihê bûyerê tîmên hawarçûnê dixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin