Di êrîsa balafirên bêmirov de 2 çekdarên îranî hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku 2 milîsên çekdar ên Îranê ji hêza Heres al Sewrî di encama êrîşeke balafirên bêmirov de hatin kuştin.
SOHR daye xuyakirin ku serê sibeha Yekşemê (27ê Kanûna 2020an) balafirên bêmirov ên nenas, otombîlek li nêzîkî devera Meyadîn a gundewarê Dêrezorê kirîye armanc û di encamê de 2 Heres al Sewrî yên Îranê hatine kuştin.
SOHRê daye zanîn ku otombîl hatiye aramanc girtin, piştî ku ji kargehekê ya li dorûberên bajarê Meyadîn derketiye, lê heta niha nasnameya kesên bûne armanca êrîşê nehatiye zelal kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, gelek caran li nav xaka Sûriyê êrîşên bi vî rengî li hêzên girêdayî Îranê têne kirin ku tê texmîn kirin ev êrîşa dawî jî ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin