SOHR: Di êrîsa balafirên rûsî de 8 çekdarên DAISê hatin kustin

26 November 2021 19:07 0 dîtin
SOHR: Di êrîsa balafirên rûsî de 8 çekdarên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke balafirên şer ên rûsî de, li çolistana Sûriyê 8 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne. 

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê (SOHR) îro Înê 26ê Mijdarê li çolistanên Reqa û Dêra Zorê balafirên Rûsyayê çend êrîşên asmanî li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîne.

Hat ragihandin di van êrîşan de, 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn ku ji ber giranbûna rewşa hin birîndaran dibe hejimara kuştiyan zêdetir bibe.

Hêjayî gotinê ye, ji destpêkameha Mijdarê ve li gorî amarên SOHRê balafirên şer ên Rûsyayê nêzî 560 êrîşên asmanî li dijî xalên DAIŞê pêk anîne