Di êrîsa balafirên rûsî de jinek hat kustin û 3 sivîlên din birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 25ê Mijdarê balaafirên şer ên Rûsyayê êrîşe asmanî li derdorê gundê Şan ê başûrê Idlibê pêk anîne û di encama wê êrîşê de xelkê sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku balafirên Rûsyayê li derdora gundê Şan ê çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, êrîşek asmanî pêk anîne.
Hat diyarkirin ku di wê êrîşê de jinek hatiye kuştin û 3 kesên din ên li nava zeviyên zeytûnan kar dikirin jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin