Di êrîsa rûsî de zarokeke du salî jî hate kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa ser paytexta Ukrayna Kîevê de, herî kêm 20 kes birîndar bûne û termê zarokeke 2 salî jî ji bin kavilên avahiyan hatiye derxistin.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di tomareke vîdyoyî de ragihandiye ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikim û li devera Pidhorodnenska termê zarokeke 2 salî hatiye derxistin.
BBCyê jî bi zarê rayedarên ukraynî ragihandiye ku di êrîşa rûsî ya şeva borî de, termê zarokeke du salî û 5 zarokên din ên birîndar ji bin enqazan hatine derxistin.
Li aliyê din Zelenskiy ragihandiye, êrîşa ser Dniproyê ya bajarê kontrola Rûsyayê ji aliyê wan ve nehatiye kirin û ew herêmên niştingeh nakin armanca êrîşan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin