Holanda: Di êrîsa Îranê ya ser Hewlêrê de zarokeke welatiya me hate kustin

19 January 2024 19:29 0 dîtin
Holanda: Di êrîsa Îranê ya ser Hewlêrê de zarokeke welatiya me hate kustin

PeyamaKurd – Wezîra Derve yê Holandayê Hanke Bruins Slot ragihand ku di êrîşa moşekî û dronan a 15ê Çile de, zarokeke welatiya Holandayê jî hatiye kuştin.

Slot li ser medya civakî Xê got, di êrîşa Supaya Pasdarên Îranê ya ser Hewlêrê de, zarokeke Holandî ya piçûk can daye û ew îro li ser mijarê bi hemkarê xwe yê îranî re axivî ye û herwiha bang li Balyozê Îranê jî kiriye.

Wezîra Holandayê êrîşa Îranê bi tundî şermezar kir û sersaxî da malbatên bi êş ên qurbaniyên wê êrîşê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di êrîşa moşekên balîstîkî û dronan a 15ê Çiliyê ya Îranê de, mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî hatibû armanckirin û di encamê de, Dizeyî û keça wî ya yek salî Jîna jî di nav de, 5 kesan can dabû.