Wezîrê Derve yê Îranê wê li ser ‘êrîsa Hewlêrê’ biaxive

19 January 2024 13:31 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Îranê wê li ser ‘êrîsa Hewlêrê’ biaxive

PeyamaKurd – Hat zanîn ku Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan wê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê de axaftinekê bike.

Abdullahiyan wê roja Sêşemê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biaxive.

Herwiha Abdullahiyan di axaftina xwe de wê li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û herwiha êrîşên li ser Hewlêrê agahiyan bide.

Di 15ê Çileyê de, Pasdarên Şoreşa Îranê bi 10 moşekên balîstîk êrîş birin li ser gelek xalên li Hewlêra paytext.

Di encama êrîşan de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîna Dîzayî ku wê di 25ê Çileyê de bibe yek salî, karsazê Iraqî Kerem Mîxaîl ku li mala Dizeyî mêvan bû û karkerekî Fîlîpînî jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşan de 16 sivîl jî birîndar bûn.