Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê: Em ê bi hikûmeta nû ya Lubnanê re hevkariyê bikin

11 January 2025 15:20 0 dîtin
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê: Em ê bi hikûmeta nû ya Lubnanê re hevkariyê bikin

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got, piştgiriya ji bo Lubnaneke bi îstîqrar, ewledar û serbixwe dike ku Lubnan mala hemû lubnaniyan be û ji dagîrkerî û gefên derve dûr e.

Wî di daxuyaniya xwe de got, “Wek berê, em ê bi her hikûmetekê re hevkariyê bikin ku dê nûnertiya berjewendiyên gelê Lubnanê, dabînkirina aramiya wan û parastina serwerî, serxwebûn û yekperçetiya xaka Lubnanê bike.”