Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Îranê civiyan

25 June 2019 12:38 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Îranê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Îran û Iraqê Andre Peek û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê da şanda Amerîkayê piştevaniya Amerîkayê ya di her warî da careka din bo Herêma Kurdistanê û Iraqê anî ziman. Herwiha şanda Amerîkayê kêfxweşiya xwe bo başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê anî ziman û amadebûna xwe derbirî ku çareseriya kêşeyên herdu aliyan.

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Amerîkyê kir ku di demen herî sext ê Herêma Kurdistanê da wan alîkarî dane Herêma Kurdistanê û ligel Herêma Kurdistanê bûne. Herwiha Nêçîrvan Barzanî hatina Jûreya Bazirganî ya Amerîkayê bo Hewlêrê û rêkeftinên bazirganî ligel Herêma Kurdisatnê bi berzî nirxand.

Herwiha Barzanî dûpat kir ku kompanyayên Amerîkayê dikarin Herêma Kurdistanê weke deriyekî bikar bînin bo bazirganiya ligel Iraqê. Herwiha behsa serdana xwe ya dawî bo Bexdayê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku ew ligel wê yekê ne ku hemû keşeyên ligel Iraqê bi rêya destura Iraqê çareser bibin.

Di hevdîtinê da pênagavên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, êrîşên DAIŞê hemahengiya di navbera Hewlêr – Bexda û hevpeymananiya navdewletî, rewşa penaberan jî hat gotûbêjkirin.