Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê gihîst Hewlêrê
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Baqerî di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, di duyemîn roja serdana xwe ya fermî de ku doh li Bexdayê dest pê kiribû, hat Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Balafira ku Alî Bakiri û şanda pê re tê de bû, derdora seat 09.30ê gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê.
Bakiri ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Alî Bakiriyê di encama ketina helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de jiyana xwe ji dest da, wek Cîgirê Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan hat destnîşankirin, yekem serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Tê çaverêkirin ku Cîgirê Wezîrê Îranê li Hewlêrê çendîn hevdîtinên fermî ligel rayedarên Herêma Kurdistanê pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin