Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê gihîst Bexdayê

26 April 2021 13:31 0 dîtin
Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê gihîst Bexdayê

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, gihîşt Bexdayê.

Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê diyar kir, Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, îro gihîşt Bexdayê.

Li gor zanyariyan, Zerîf dê bi berpirsên Iraqê re bicive.

Herwiha tê gotin, Zerîf dê piştî serdana Bexdayê, serdana Hewlêrê jî bike û bi berpirsên Kurdistanê re bicive.