Êrîsa Îranê ya ser Hewlêrê li dibistanên Kurdistanê hate sermezarkirin

21 January 2024 12:33 0 dîtin
Êrîsa Îranê ya ser Hewlêrê li dibistanên Kurdistanê hate sermezarkirin

PeyamaKurd – Îro 21ê Çileyê li dibistanên Herêma Kurdistanê, merasîmeke taybet ji bo şermezarkirina êrîşa moşekî ya Îranê li ser Hewlêrê birêve çû û rêz li şehîdên wê êrîşê hate girtin.

Bi beşdariya Wezîrê Perwerdeyê Alan Hema Seîd, ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdên êrîşa moşekî ya Îranê ya ser Hewlêrê, merasîmeke taybet hate lidarxistin û êrîşa li dijî sivîlan hate şermezarkirin.

Merasîm bi sirûda netewî ya Ey Reqîb li dibistanên Herêma Kurdistanê destpê kir û rêveberên dibistanan jî di gotarên xwe de behsa êrîşa li ser Hewlêrê kirin ku tê de 5 welatiyên sivîl can dabûn û 6 sivîl jî birîndar bûbûn.

Wezîrê Perwerdeyê Alan Hema Seîd jî li dibistaneke Hewlêrê beşdarî merasîmê bû û êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê wek tawan û dijminatî bi nav kir.

Alan Hema Seîd got: “Herêma Kurdistanê herêmek ji bo pêkvejiyana aştiyane ya hemûyan e, yên ku Herêma Kurdistanê dikin armanc, ti behane ji wan re nînin.”

Wezîrê Perwerdeyê diyar kir: “Êrîşkirin û kuştina sivîlan bê hincet, ne wêrekî ye, ji ber ku cihê şer ne Herêma Kurdistanê, li cihekî din e, ev tawan dê nifş bi nifş di bîra gelê Kurdistanê de bimîne.”

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw jî got: “Şermezarkirina vê êrîşê ji aliyê xelkê ve, nîşana neheqî û zilma ku li gelê Kurdistanê hatiye kirin e. Ew nikarin li hemberî dijminên xwe bisekinin, vêca xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê dikin qurbanî.”