Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrîsa Îsraîlê ya ser Îranê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê daxwuyanîyekî da û got:
“Em êrîşa hewayî ya Îsraîlê ku kiriye ser Îranê şermezar dikin. Ji bo bûyer zêde tevlihev nebin, em ji terefan daxwaz dikin ku bi hezir tevbigerin. Ji destê kî çi tê divê hewlên xwe bikin. Zêdebûna şer û gengeşeyan, temamê îstîqrara herêmê tehdîd dike.”
Medya Îranê îro ragihandibû ku Îsraîlê ber destê sibê, li hedefên leşkerî yên Îranê yên li rojava û bakûrê rojavayê Tehranê xistibû.
Li ser êrîşa Îsraîlê, Îranê ragihand ku heya daxwuyaniyekî dinê, seha hewayî ya Îranê ji seferan re girtiye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa ser Îranê de, ciyên ku ji xwe re kirine armanc, gihane hedefa xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin