Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîsa ser Balafirgeha Bexdayê sermezar kir

28 January 2022 17:30 0 dîtin
Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîsa ser Balafirgeha Bexdayê sermezar kir

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa moşekî ya îro danê sibehê bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê de peyameke şermezarkirinê belav kir.

Di peyama ku li ser hesabê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê yê medya civakî hatiye belavkirin de, êrîşa ser balafirgehê hat şermezarkirin  û hat gotin, armanca wan êrîşan têkdana aramî û îstiqrara welat e.

Herwiha êrîşa dawî wekî, geşedaneke xeter hate pênasekirin û hat diyarkirin, êrîşa ser balafirgeha Bexdayê zirarê dide nav û pêgeha Iraqê li qada navdewletî.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îro danê sibehê li demjimêr 4.30 6 moşek bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê de hatibûn avêtin û di wê êrîşa ku ziyanên canî nebûne de sîstemên berevaniya asmanî bersiva wan moşekan dabûn.