Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîsa ser Balafirgeha Ebhayê sermezar kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê êrîşa ser Balafirgeha Ebhayê ya li Erebistana Siûdî şermezar kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Ez bi tundî êrîşa îro ya li ser Balafirgeha Ebhayê şermezar dikim.”
Di berdewamiyê de Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez ji zêdebûna êrîşên bi rêya dronan nîgeran im, bi taybetî li dijî jêrxana aboriya medeniyane.”
Herê dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevsozî û piştevaniya xwe ji bo gel û hikûmeta Erebistana Siûdî nîşan daye.
Hûsiyên Yemenê do bi rêya dronan êrîşî balafirgeha sivîl a Ebhayê ya li Erebistana Siûdî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin