Alîkariyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên ji bo rizgarbûyên DAISê tên belav kirin
PeyamaKurd – Alîkariyên Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Adarê, di Roja Jinan a Cîhanî de li wan welatiyên Êzidî tên belavkirin ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.
Serokê Desteya Bilind a Binkeya Rewşenbîrê û Civakî ya Laleşê Seîd Cirdo ragihand:
“Ev 6 meh in ku alîkariyaên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li zêdetirî 3 hezar û 500 welatiyên Êzîdî tên belavkirin ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.”
Seîd Cerdo da zanîn:
“Belavkirina alîkariya serokwezîr bi heyama çend rojan li her çar liqên Binkeya Laleş, Şêxan, Şarya, Xankê û Dêrabûnê berdewam dikin. Her weha kesên rizgarbûyî ku çûne derve jî dikarin bi rêya hesabên xwe vê alîkariyê werbigirin.”
Biryara dayîna vê alîkariyê di meha Mijdarê ya sala borî de hat dayîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya 3 hezar û 574 kesên Êzidî kir, bi taybetî ya wan kesên ku ji bin destê DAIŞê rizgar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin