Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê dike

10 November 2024 08:23 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di nava hefteyê de serdana Herêma Kurdistanê dike.

Çavkaniyeke ji Kabîneya Iraqê ragihandiye ku dê Sûdanî li Hewlêr û Silêmaniyê bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Li gorî zanyariyan Sûdanî roja çarşema bê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Tê çaverêkirin, Sûdanî li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi aliyên pêwendîdar re hevdîtinan bike û wan teşwîqî avakirina bilez a hikûmetê bike.

Herwiha pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û rêyên çareserkirina wan jî dê di vê serdanê de li ser masê bin. Sûdanî herî dawî 9ê Mijdara 2023yan serdana Herêma Kurdistanê kiribû.