Serokwezîrê Iraqê Sûdanî seredana Herêma Kurdistanê dike

10 May 2023 00:45 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî seredana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Endamê parlementoya Iraqê yê PDK ê Mehma Xelîl ragihand ku serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani di nav vê hefteyê de, dê seredana Herêma Kurdistanê bike. Sûdanî, wê li Hewlêrê li ser hûrahiya reşbeleka petrol û xazê, li ser peymana destpêkirina îxracata petrolê ya ji nûh de û para Herêma Kurdistanê ya di budça Iraqê de gotûbêj bike.

Mehma Xelîl ragihandiye ku seredana Sûdanî ji aliyê qanûna petrol û xazê û danûsitendina li ser budça Pêşmerge gelek girîng e. Dibe ku Sûdanî seredana Mûsilê jî bike.

Li ser seredana Sûdanî parlementerê Iraqê Xidir Mentîk jî gotiye ku:

“Peymana li ser îxracata petrolê ya ji Kurdistanê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, di nav xwe de niyeta baş ya Bexdayê ye ya ji bo Herêma Kurdistanê.”