Serokwezîrê Iraqê Sûdanî seredana gora Celal Talabanî kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî, piştî seredana Hewlêrê kir û bi rêvebeirên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan kir çû bajarê Silêmaniyê û li wê derê seredana gora serokkomarê berê yê Iraqê û hem serokê YNK ê Celal Talabanî kir. Sûdanî deftera taybet ya Mam Celal ya li ser gora wî îmze kir û tê de weha got:
“Di guhertinên Iraqê de, di têkoşîna li hemberê rejîma Saddam de, di nivîsandina destûra Iraqê de û di avakirina Iraqê ya ji nûh de roleka wî ya sereke hebû.
Mam Celal welatperwer û zana bû û di serî de YNK û herkes divê ji mîrasa wî ya ku hiştiye fêde bike.”
Di dema seredana Sûdanî ya gora Mam Celal de serokê YNK ê û ku hem kurê wî ye, Bafil Talabanî bi Sûdanî re hevrêtiyê kir.
Mam Celal di sala 1975an de YNK ê ava kiribû û ew bi xwe di sala 1933an de li bajarê Koyê hatibû dinyayê. Di 6 ê nîsana 2005an de bû serokkomarê Iraqê û di 17.12.2012an de xwîn çû ser mêjiyê wî li Almanya tedawî bû. Di 3 cotmeha sala 2017an de wefat kir û di 6 ê cotmehê de li bajarê Silêmani ya Herêma Kurdistanê sipartin xakê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin