Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana Singalê dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro 12ê Gulanê tevî şandeke bilind derbasî parêzgeha Neynewa û bajarê Mûsilê bû û biryare serdana Şingalê bike.
Alîkarê Parêzgarê Neynewayê, Rifet Simo ji medyayê re ragihand, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo vekirina hejmarek projeyên xizmetguzarî ku di demên berê de hatine bicihanîn û danîna kevirê bingehîn ên hejmarek projeyên din serdana Mûsilê û parêzgeha Neynewayê kiriye.”
Herwiha hate eşkere kirin ku dê Sûdanê ji Mûsilê derbasî Şingalê bibe.
Hat diyarkirin ku dê Sûdanî li Şingalê rewşa ewlehiyê, xizmetguzariyan, vegerandina koçberan û bicihkirina Rêkeftina Şingalê bişopîne û di cih de rewşê bibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin