Daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Sûdanî derbarê serdana Erdogan de
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî diyar kir ku serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo Iraqê wê ne serdaneke hevpar be û got ku îradeya çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de heye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqî INAyê, Sûdanî ku li DYAyê pêwendiyên xwe didomîne, di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser serdana Erdogan a li Iraqê.
Sûdanî bal kişand ku Erdogan wê di 22yê Nîsanê da serdana Iraqê bike û wiha got: "Serdana Serokomarê Tirkiyeyê ya Iraqê wê ne serdaneke tîpîk be. Di navbera herdu welatan da cara ewil îradeyek heye ku li şûna ku pirsgirêkan taloq bikin çareser bikin."
Sûdanî diyar kir ku ew ê nehêlin axa Iraqê bibe qada êrîşa li dijî Tirkiyeyê û destnîşan kir ku ew ê çareseriya pirsgirêka avê bi Erdogan re binirxînin.
Têkiliyên Serokwezîrê Iraqê yên li DYAyê ku ji bo hevdîtinên 13ê Nîsanê çûbû, dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin