Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Singalê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 16ê Tebaxê bi serdaneke nehatibû ragihandin çû Şingalê.
Hat ragihandin ku Mistefa Kazimî bi helîkoptereke leşkerî û di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de gihîştiye navçeya Şingalê û ji aliyê rayedarên leşkerî û îdarî yên navçeyê hatiye pêşwazîkirin.
Hêjayî gotinê ye, îro Duşemê di dema serdana Kazimî de, balafireke Tirk li Şingalê otomobîlek bombe kir û tê de berpirsekî YBŞê ku bi ser PKKê ve ye û hin kesên ligel wî hatin kuştin.
Li gorî hin medyayên tirk, şanda PKK/YBŞê piştî vegera ji civîna ligel Kazimî bûye armanca êrîşa balafira tirk ku Tirkiyê xwestiye peyamê bide hikûmeta Iraqê û PKKê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin