Biden li Ceddeyê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li Cedde ya Erebistana Siûdî, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya û pêwendiyên navbera Washington û Bexdayê, proseya siyasî û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden îro Şemiyê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re, di çarçoveya Lûtkeya Ewlehî û Geşepêdanê ya Ceddeyê de li ser pêwendiyên Washington û Bexdayê, pêvajoya siyasî û pêşhatên navçeyê civînek li dar xist.
Li gor Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî eşkere kir: “Pêwendiyeke dostane û stratejîk e û em kar dikin ji bo cîbicîkirina hemû xalên rêkeftina stratejîk di navbera Iraq û Amerîkayê de di warên aborî, çandî, perwerdehî, ewlehî û şerê li dijî komên terorîstî û DAIŞê de. Ez spasiya Amerîkayê dikim ji bo piştevaniya di şer de, em hêvî dikin ku pêwendiyên me baştir bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin