Serokê Amerîkayê Joe Biden, serokwezîrê Iraqê Sûdanî di Ofisa Oval de qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden îro li Washingtonê li Ofîsa xwe ya Oval de serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya el Sudani qebûl kir û ji ber aborî û serxwebûna enerjiyê xwurt kiriye, sipasiya Sûdanî kir. Sûdanî roja Şemiyê çûbû Washingtonê û îro seredana Biden kir. Biden di hevdîtinê de ji Sûdanî re got:
“Ji ber te hezra xwe daye ser aboriyê û enerjiya serbixwe ya Iraqê, sipasiya te dikim. Îro, ev hedefa ku min bi te re parvekir û di seetên pêşiya me de em ê li ser ê niqaşê bikin. Iraq jî di nav de em bi ewlehiya xebatkarên xwe û hevkarên xwe ve girêdayîne.
Hevkariya navbera Amerîka û Iraqê girîngiyekî krîtîke. Di deh salên dawiyê de me dît ku leşkerên me bi hevre xizmetê dikin. Ji bo di têkbirina DEAŞê de bibe alîkar, me vêya di Peymana Çarçova Stratejîk de dît.
Sûdanî, ji Biden re got ku hevdîtina wan ji aliyê têkiliyên her dû welatan de girînge.
Peymana navborî di sala 2009an de çêbû. Peymaneka direj ya di rêya, aboriya dualî, dîplotîk, çand û hevkariya ewlehiyê de dixwaze têkiliyên navbera her dû dewletan normal bike. Di hevdîtinê de Sûdanî got:
“Ji têkiliya leşkerî û ewlehî ya bi Amerîka re, em derbasî sîstema bê pirsgirêk ya li ser abroiyê, siyaset, hawirdorî, perwerde û hevkariya ewlehiyê bûn, armanca me ye ku bi Amerîka re firehtir û di wexteka dirêj de bingeha têkiliyên xwe deynin.
Me bi fîdakariya xelkê Iraqê û hevkariya temamê pêkhateyan, civaka navdewletî û koalisyona kureyî li hemberê IŞİDê serkeftinekî baş bidest xist.”
Piştî wexta êvarê, wê di navbera her dû lîderan de, ji bo çapemeniyê girtî wê hevdîtinekî din jî bibe.
Meha borî Amerîka Iraqê ji dorpêçên ser Îranê dûr girtibû, îznê dabû Iraqê ku ji Îranê elektrîkê bikire. Bexda difikire ji bo serxwebûna enerjiya xwe bi dest bixe ji Herêma Kurdistanê xaza xwezayî bikire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin