Serokê Amerîkayê Biden: "Em li ser îhtimala êrîsê nîqasê dikin"

04 October 2024 09:33 0 dîtin
Serokê Amerîkayê Biden: "Em li ser îhtimala êrîsê nîqasê dikin"

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê îhtimala êrîşa Îsraîlê ya li ser tesîsên petrolê yên Îranê de got, "Em niha li ser vê yekê nîqaşê dikin."

Serokê DYAyê Bidendoh  dema ku ji Qesra Spî derket beriya ku here Florîdayê bi endamên çapemeniyê re rojev nirxand.

Biden pirsa "Hûn ê piştgiriyê bidin Îsraîlê ku êrîşî tesîsên petrolê yên Îranê bike?" wiha bersivand, "Em vê gavê nîqaş dikin."

Li ser pirsa, "Gelo hûn ê bihêlin Îsraîl bersiva Îranê bide?" diyar kir, "Berî her tiştî em destûrê nadin Îsraîlê, em şîretan dikin. Îro tiştek nabe. Em ê paşê li ser biaxivin."