Serokê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bang li Biden kir: Îstifa bike

22 July 2024 12:09 0 dîtin
Serokê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bang li Biden kir: Îstifa bike

PeyamaKurd – Di dema ku bertekên vekişîna Serokê Amerîkayê Joe Biden ji pêşbirkê berdewam dikin, Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Mike Johnson diyar kir ku divê Biden dest ji posta xwe ya serokomariyê berde.

Johnson bal kişand ku Demokratan 100 roj beriya hilbijartinê namzedê serokomariyê ji dengdanê derxistin û got, “Di vê xala zivirîna nedîtî ya dîroka Amerîkayê de, divê em zelal bin ka çi qewimî. Partiya Demokrat 100 roj zêdetir ji hilbijartinê re namzedê Demokrat ji dengdanê derxist. Bi betalkirina dengên zêdetirî 14 milyon Amerîkîyên ku Joe Biden wek berbijarê Demokrat ê serokatiyê hilbijartibûn, partiya ku xwe wek 'partiya demokrasiyê' ragihandibû tam berovajî vê yekê îsbat kir.”

Johnson got, “Bêyî kaosa li Qesra Spî ya heyî, divê dijminên me yên li seranserê cîhanê werin bibîranîn ku Kongreya Amerîkî, artêşa Amerîkî û gelê Amerîkî bi tevahî amade ne û bi biryar in ku berjewendîyên me hem li hundur hem jî li derve biparêzin. Ger Joe Biden nikaribe bibe namzed, ew nikare serokatiyê jî bike. Divê demildest dest ji wezîfeya xwe berde.”