Meclîsa Nûneran a Amerîkayê alîkariya çekan a bilez bo Îsraîlê pesend kir

19 May 2024 14:05 0 dîtin
Meclîsa Nûneran a Amerîkayê alîkariya çekan a bilez bo Îsraîlê pesend kir

PeyamaKurd – Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, projeyasaya dabînkirina bilez a çekan bo Îsraîlê pesend kir.

Li gorî nûçela CNNê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, projeyasaya ku sewqîyata çekan a bo Îsraîlê ferz dike qebûl kir. Piştî pejirandina pêşniyarqanûnê dê di nav 15 rojan de çekên pêwîst bo Îsraîlê bên şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya niha ragihandibû ku heger Îsraîlê operasyona ser bajarê Refahê bide destpêkirin ew dê çekan neşînin û piştre jî şandina çekan bo Îsraîlê hatibû sekinandin.