Meclîsa Nûneran a DYAyê pêsnûmaya alîkariya Îsraîlê red kir

07 February 2024 12:03 0 dîtin
Meclîsa Nûneran a DYAyê pêsnûmaya alîkariya Îsraîlê red kir

PeyamaKurd - Pêşnûmeya '17,6 milyar dolar alîkarî ji bo Îsraîlê' ya ku Partiya Komarparêz ji bo pesendkirinê pêşkêşî Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir, hatê redkirin.

Demokratan piştgirî nedan pêşnûmayê û diyar kirin ku ew dixwazin mafê xwe yê dengdanê ji bo pakêtek ku wê alîkariya Ûkraynayê, fona alîkariyê ya mirovî ya navneteweyî û sûda ewlehiya sînor a DYAyê jî bikar bînin.

Serokê baskê komarparêz ê li Meclîsa Nûneran Mike Johnson diyar kir ku pêşnûmaya 17,6 mîlyar dolar alîkarî ya ji bo Îsraîlê "mirî" ye.

Ji bo ku pêşnûmaya alîkariya Îsraîlê bê pesendkirin, pêwîst bû ji 430 dengan 327 dengan ere kiribûna, lê belê, ji 430 dengan tenê 250 erê û 180 deng jî na derketin.

Piştî ku Serokê DYAyê Joe Biden destnîşan kir ku ew ê pêşnûmayê veto bike, 167 Demokratan li dijî wê deng dan. 13 Komarparêzan li dijî pêşnûmeya ku bi tena serê xwe birin Meclîsê ji aliyê Komarparêzan ve hat kirin.